Girava Axdamarê ya di nav Behra Wanê da ku hersal turîstên xwemalî û biyanî ji bo ger û geştê diezimand di çarçoveya tewdîrên vîrusa koronaya bi tîpa nû (Kovîd-19) da îsal ji mêvanan mehrûm e.
Di her demsalê da Girava Axdamarê bi reng û rûçikên wê heyamê dixemile û niha bi germbûna dinyayê û vekirina kulîlkên darên behivan va hesta ger û geştê li mirov zêde dike.
Girava di nav Gola Wanê da bi rêwîtiya lotkeyê va qasî 20 deqîqe ji navçeya Gevaşê dûr e. Dema mirov xwe digihîne ser axa Girava Axdamarê dibîne ku serê Çiyayê Artosê yê hê jî bi berf e ji dûr va dibiriqe, darên bêhîvan bi kulîlkên xwe yên reng bi reng axê dixemilînin û Gola Wanê jî bi ava xwe ya şîn mirov mest dike.
Ev hemû reng û xweşiyên Girava Axdamarê di çarçoveya tevdîrên li hemberî şewba Kovîd-19ê da ji ziyaretvanan mehrûm in.
Turîstên ku tên bajêr ji cihên ewilî ziyaret dikirin yek Girava Axdamarê bû lê niha ji ber sînordarkirinê bi tenê wezîfedarên ewlehiyê li giravê ne.
Kesên dixwazin ji nav giravê dîmenan bikşînin divê ji Walîtiyê destûr bixwazin.
Xeml û rengên Girava Axdamarê yên demsala biharê bi xêra dîmenên ku bi droneyê va hat kişandin baş tê dîtin.AA