Girava Axdamarê:Li bajêr yek ji rawestgehên sereke yên tûrîzmê

Li herêmê piştî pêkhatina hizûr û aramiyê di salên dawîn da tevgera di qada tûrîzmê da jî zêde bû.

Girava Axdamarê:Li bajêr yek ji rawestgehên sereke yên tûrîzmê

Girava Axdamarê ya di nav Gola Wanê da ku cih digire û li serê Dêra Axdamarê (Muzeya Bîrdariyê) heye bi kulîlk û çîçekan va xemiliye bala tûrîstên tên bajêr dikşîne. Girav li bajêr yek ji rawestgehên sereke yên tûrîzmê ye û tûrîstên xwemalî û biyanî diezimîne.

Li herêmê piştî pêkhatina hizûr û aramiyê di salên dawîn da tevgera di qada tûrîzmê da jî zêde bû. Bandora hizûrê xwe li ser Girava Axdamarê ya bi salan zêde eleqeyê nedikişand jî da hîskirin û zêdetir bal kişand.

Ji çar aliyê dinyayê Ermenî tên û beşdarî ayîna ku li dêra gorî rîwayetê bi emrê Qral Gagikê 1emîn va di navbera salên 915-921an de li navçeya Gewaşa Wanê ser giravê hatiye avakirin, dibin û sal bi sal jî eleqeya li ser wir zêdetir dibe.

Tê payîn ku îsal jî li dêra ser "Girava xweşbîniyê" hatiye avakirin bi beşdarbûna hezarî Ermeniyan va ayîn bê kirin.

Sala par 5 hezar kes tevlî ayînê bûbûn

Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Muzaffer Aktug daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dêra li giravê bi salan xweş hat parastin û gihîşt van rojan.

Aktug bi bîr xist ku dêr di salên 2006-2007an da hat restorekirin, derdora wê hat çêkirin, kêmasî hatin temamkirin û çar aliyê wê jî bi lembayan va hatin ronîkirin û mêvanên xwemalî û biyanî li giravê bi reng û rûçikê nû va hatin ezimand û wiha pê da çû: "Ji sala 2010î vir va em di meha îlonê da ayîna Ermeniyan dikin. Bi tenê par 4 hezar û 780 kes beşdarî ayînê bûn û kesên wek mêvan jî dema em bidin serê nêzî 6 hezar kes hatin giravê." 

"Axdamar girava aştî, hizûr û aramiyê ye"

Di berdewamiya axaftina xwe da Aktug got ku girav di qada turîzmê da jî bi kêrî bajêr tê û wiha pê da çû: "Di sala 2018an da 157 hezar û 560 kesî giravê ziyaret kirine. Ji serê sala 2019an heta niha 20 hezar û 500 kes hatine serdana girava me. Axdamar girava aştî, aramî û hizûrê ye."

Dîroka nûkirinê: 26 Nîsan 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE