Girav bû muzeya servekirî, êdî kesên ku bixwazin wê karibin biçin bibînin
Hemû xebatên li girava demokrasî û azadiyê xelas bûn. Kesên bixwazin wê êdî karibin biçin giravê. Li giravê xatireyên Adnan Menderes, Hasan Polatkan û Fatin Rüştü Zorlu hene. Girav ji bo demokrasiya tirkiyê qonaxeke gelek girîng e.
Ji bilî roja duşemê wê hemû rojên din ji Îskeleya Kadiköyê sefer çêbin
Girava Yassiadayê di dîroka demokrasyiya Tirkiyê de rûpeleke gelekî reş û nexweş e.
Navê wê di sala 2013an de bû Girava Demokrasî û Azadiyê.
Xebatên ku li giravê di sala 2015an de dest pê kirin, xelas bûn.
Girav êdî ji bo ziyaretkirina welatiyan amade ye.
Welatî wê ji bilî roja duşemê karibin hemû rojên din biçin Girava Demokrasî û Azadiyê.
Ziyaretvan wê li wir Muzeya Adnan Menderes û Muzeya 27ê Gulanê bibînin. Ew der berê salona sporê bû lê derbekaran Menderes û wezîrên wî di wir de mehkeme kirin.
Li muzeyê zarokatî û ciwaniya Serokwezîrê rehmetî Adnan Menderes dê bên vegotin.
Derbarê xaleke girîng a demokrasiyê de agahî dê werin dayîn.
Seferên giravê wê ji Îskeleya ÎDOyê ya li Kadiköyê bên kirin.
Bilet wê him li ser înternetê him jî li hin cihên îskeleyê bên firotin.
Tekne wê di saet 10an de ji Kadiköyê biçe giravê û di 4ê piştî nîvro de vegere.