Li Çêlikana navçeya Adiyemanê hin giravên ser avê yên li Bendava Çatê ji ber kêmbûna ava bendê nêzî qeraxê bûn.
Giravên li ser avê diçin û tên bi taybetî eleqeya ziyaretvanan dikişînin, bi tesîra demsalê ava bendavê kêm bû.
Bi kêmbûna avê ra hin giravên li ser avê digerin gelekî nêzî qeraxê bûn.
Hin welatiyan giravên ser avê ziyaret kirin û wêneyên wan kişandin.
Gurkan Sabuncuyê ziyaretvan di daxuyaniya xwe da got bangî her kesî dike bira piştî vîrusa koronayê ji holê rabû werin ziyareta vê derê û wiha axivî: "Ev dera her demsalê xweşik e."AA