Li Gundê mendegirana şirnexê çend roj berê baran cengîzê 5 salî ji ber dilkutkê miribû û lebatên wî hatibûn bexşkirin. lebatên cengîz ji bo 2 kesan bû hêvî.
Baran Cengîz hêj 5 salî bû, dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da.
Malbata Cengîz lebatên kurê xwe bexş kirin û piştre şîna wî danîn.
Gurçikên Cengîz ji bo 2 zarokên Diyarbekirî bû hêvî.
Cîgirserokê Saglik-Senê yê Şirnexê Sebxetullah Anmal jî ligel endaman çûn teziyeya malbata Cengîz û ji bo bexşkirina lebatan spas li bavê Baran kir.