Girtî û mehkûmên Girtîgeha Adıyamanê tên veguhastin

Wezareta Edaletê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku çawa xebera erdhejê hat di bin banê Wezaretê da navenda qeyranê hat damezrandin.

Girtî û mehkûmên Girtîgeha Adıyamanê tên veguhastin

Wezareta Edaletê ragihand ku ji ber erdheja Elazığê di Girtîgeha Adıyamanê da derz çêbûn û ji ber vê jî 814 girtî û mehkûmên li wir diman bo girtîgehên bajarên Gaziantep,Şanlıurfa û Kahramanmaraşê tên veguhastin.

Wezareta Edaletê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku çawa xebera erdhejê hat di bin banê Wezaretê da navenda qeyranê hat damezrandin.

Hat gotin ku di vê çarçoveyê da tevlî pisporan li saziyên edliye û ceza înfazê yên herêma erhejê cih digirin lêkolîn hat kirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Di encama mêzekirinê da hat dîtin ku di avahî û saziyên me da hinek derz hene lê tiştek bi kesî nehatiye. Li hin beşên Girtîgeha Adıyamanê derz çêbûne û ji ber vê jî 814 girtî û mehkûm bo tewdîrê bo girtîgehên li bajarên Gazîentab, Riha û Mereşê ne tên veguhastin."

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE