"Girtîgeha Diyarbekirê" ya ku di dewra 12ê Îlonê da bi êşkenceyan qala wê dihat kirin, dibe navenda çandê

Nûnerên mexdûr, saziyên civakî û sivîl biryara ku Girtîgeha Diyarbekirê ya ku piştî derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yî navê wê bi êşkence, zilm û miameleyên deremirovahiyê hat bibîranîn û heta îro bi rêbazên êşkenceyên hatin kirin va bû mijara gelek belgefîlm û pirtûkan vediguherîne navenda çandê ji nûçegihanê AAyê ra nirxand.

"Girtîgeha Diyarbekirê" ya ku di dewra 12ê Îlonê da bi êşkenceyan qala wê dihat kirin, dibe navenda çandê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di ziyareta xwe ya Diyarbekirê da mizgînî da ku dê Girtîgeha Diyarbekirê biguherînin navenda çandê û mexdûr, saziyên siyasî û civakî yên sivîl ji ber vê xeberê kêfxweş bûn.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya di merasima vekirina komî da got ku "Em Girtîgeha Diyarbekirê ya ku di rabirdûyê da demekE dirêj navê wê bi zilm, êşkence, miameleya deremirovahî hat bibîranîn di demek nêz da vala dikin û wek navenda çandê dixin xizmeta we. Wezareta me ya Edaletê di vê mijarê da amadehiya hewce dike. Em bi vî awayî bîranîneke xira a di hafizeya Diyarbekirê da ji holê radikin." û ev gotinên wî li herêmê erênî hatin dîtin.

Nûnerên mexdûr, saziyên civakî û sivîl biryara ku Girtîgeha Diyarbekirê ya ku piştî derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yî navê wê bi êşkence, zilm û miameleyên deremirovahiyê hat bibîranîn û heta îro bi rêbazên êşkenceyên hatin kirin va bû mijara gelek belgefîlm û pirtûkan vediguherîne navenda çandê ji nûçegihanê AAyê ra nirxand.

 "Mirov rastî her cure hovîtiyê hatin"

Abdurrahîm Semaviyê Serokê Navenda Lêkolînê ya Stratejiya Bingehîn ê ku hê di 16 saliya xwe de ket Girtîgeha Eskerî ya Diyarbekirê û 7 sal tê da ma got ku bi qasî 2 meh û nîvan piştî derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yan dema xwendekarê lîseyê bû hat binçavkirin.

Semavî behs kir ku biqasî 7 salan di girtîgehê da ma û diyar kir ku rojek berî rojbûna xwe ji Serokomar Erdogan mizgîniyeke gelekî xweş hilda.

Semavî got ku "Dema ez ketim girtîgehê zarokên ji min biçûktir ên 12, 13, 14 salî jî hebûn. Jimara van zarokan ên ku ketin girtîgehê û jê derketin ra ji çend sedî derbas bû, ez bûm şahid. Êşkenceyên ku mirov dikare dûv û dirêj behs bike hebûn. Maweyên binçavkirinê wê heyamê 90 roj bûn. Seranserê 90 rojî mirov rastî her cure êşkenceyê dihatin. Mirovên ku piştî derbeya eskerî ya 12ê îlonê ketin girtîgehê ji xeynî tiştên ku di jêpirsînê da dikişandin rastî hovîtiyeke ku salên dirêj qewimîn û anîne serê wan ra rû bi rû diman."

"Girtîgeha Diyarbekirê" ya ku di dewra 12ê Îlonê da bi êşkenceyan qala wê dihat kirin, dibe navenda çandê

Semavî daxuyand ku, ji dêvla pirsa di Girtîgeha Diyarbekirê da çi qewimî meriv pirsa çi neqewimî bipirse, wê rastir bibe. Semavî got ku di vê mijarê da bi dehan pirtûk hatin nivîsîn, fîlm û rêzefîlm hatin kişandin, belgefîlm hatin amadekirin.

Semavî wiha axivî ,"Ji merivên ku bû şahidê wê dewrê yek jî ez im û ez dikarim wiha bêjim; ji bo ku rûmeta merivan binpê bikin, tiştên sosret qewimîn. Piraniya kesên ku ev yek anîn serê wan, mecalê wan tuneye ku qalê bikin. Ji pîsiyê merivan bigirin heta mişk bi merivan didan xwarin... Bi rojan, mehan rût û tazî di hucrikan da diman. Nayê gotin. Xwarin û vexwarin jixwe pir kêm bû. 20 kesan nanê kesekî parve dikir. Bi salan serşûştin tunebû. Bi rastî jî ji taqetê meriv der e ku meriv qalê bike."

- "Meriv dibêje wê rojekê edalet were, ew roj îro pêk hat"

Semavî daxuyand, dema wan bihîst ku wê Girtîgeha Diyarbekirê têxin navenda çandê, hesteke ecêb bi wan ra çêbû û wiha dewam kir:

"Meriv dibêje 'wê rojekê edalet were', ew roj îro pêk hat. Serokomar Erdogan şoreşeke nû îmze kir. Girtîgeha Diyarbekirê girtîgehe ku rûmeta hemû Kurdan dida binê lingan bû. Îro veguherandina muzeyê ya vê girtîgehê tê wateya bi destê Serokomar îadekirina rûmeta gelê Kurd."

Alaatîn Parlakê Endamê Lijneya Biryar û Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê jî got ku Girtîgeha Diyarbekirê di bîra gelê herêmê da qadeke êşkence û miemeleyên dervayî mirovahiyê ye.

Parlak daxuyand ku bi salan civakê dixwast ku ev girtîgeh were xerabkirin û daxuyaniya Serokomar pir girîng e.

Parlak destnîşan kir ku sedema derketina pirsgirêka Kurd yek jî ev girtîgeh e.

Parlak got daxuyaniya Serokomar biqîmet e û wiha axivî: "Zindîmayîna bîrê ya girtîgehê him çareserkirina pirsgirêkê zehmettir dikir û him jî dibû sedema hişmendiyeke cuda. Lê înşallah bi saya xebatên Wezareta me ya Edaletê ev navenda çandê wê derkeve holê. Ev navend wê bibe qadeke ku ciwan û zarokên me bikaribin lê sûdê werbigirin. Em hêvî dikin ji van bloqan yek wek muzeyê bimîne."

"Em dixwazin di demeke nêz da çêbibe"

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Hevkariyê ya Ji Bo Mafên Mirovan û Mezlûman Mahmut Aytekîn jî got ev mizgînî bûye sedema kêfxweşiyê.

Parêzer Aytekîn got wek komele ew piştgiriyê didin vê biryarê û wiha axivî: "Li gor me avahî divê tevahî neyê hilweşandin û avahiyeke nû neyê çêkirin. Lewra ew avahî temsîliyetek e jî. Ew dîwar û bodrum şahidên êşkence, miemeleyên xirab û rewşên dijî mirovahiyê ne di heyama 12ê Îlonê da hatin kirin. Nîşandana van a berbiçav wê bi feyde be. Ji bo ku ew bûyer careke din neqewimin divê hewl bê dayîn. Zarok û ciwan divê van deran bibînin ku bizanibin êşkence tiştekî çiqas xirab e, dijî xuliqandina însanan e. Heke ev tişt hê di biçûkatiyê da bêne hînkirin li Tirkiyeyê êşkence û rewşên dijî mirovahiyê wê careke din neqewimin. Li Diyarbekirê der barê vê da hêviyek çêbû û divê ev hêvî neyên şikestin. Divê piştî vê mizgîniyê heman gav bên avêtin û ew bê çêkirin."

Aytekîn destnîşan kir ku lazim e bi şahidên wê demê, saziyên civakî yên sivîl û şêniyên Diyarbekirê ra hevdîtin bê kirin û projeyê pêşva bibin û wiha domand: "Çêkirina avahiyeke nû ji bo tiştên li vê derê qewimîn bi kêr nayê û nabe mînak û rê li ber tiştên ku em dixwazin bikin, digire. Bi gelê Diyarbekirê, saziyên civakî yên sivîl û şahîdên vê bûyerê ra û mexdûrên bûyerê ra hevdîtin bên kirin û avahî bê parastin û ji nû va verastkirin bên kirin. Ji ber vê mizgîniyê em kêfxweşin hêvî dikim demildest têkeve rewacê."

- "Ya di dilê me da derbas dibe qismekî Girtîgeha Diyarbekirê bila bikin muze"

Parêzer Mehmet Siddik Demirê ku Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Lêkolînên Hiqûqî diyar kir ew piştgiriyê didin vê biryara Serokomar Erdogan û wiha domand: "Em vê biryarê erênî dibînin. Ya di dilê me da derbas dibe ew e ku qismekî Girtîgeha Diyarbekirê bikin muze. Em vê çima dixwazin. Ji bo ku tiştên derbekeran li vî welatî kirine bila ji bîra mirovan dernekevin. Em wisa bawer dikin ku wê dewlet û hikûmet li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Welatî dixwazin ku bila wek navenda çandê û muze bê verastkirin. Înşeallah wê hikûmeta me di vê qadê da jî gavekî biavêje."

- "Biryareke girînge"

Nivîskar Îbrahîm Guçlu jî got ku Serokomar di mijara statuya Girtîgeha Diyarbekirê da ya bi salan e li serê nîqaş heye rêyek kifş kir.

Guçlu destnîşan kir ku biryara ku wê girtîgeh bê girtin û wek navenda çandê bê vekirin gaveke erênî ye û ragihand ku ev daxuyanî jî di demeke kesî li benda gaveke wiha nebû da hat dayîn û wiha pê da çû: "Bêguman, ev biryareke girîng e. Li gor min piştî girtina girtîgehê mijareke din a girîng jî ew e ku ew sûc û binpêkirinên dereqanûnî yên di vê girtîgehê da hatine kirin bên lêkolînkirin. Di encama vê lêkolînê da jî ji hêla hiqûqê va teqez mieyîdeyên hewce dikin bên sepandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE