Girtîgeha li Gevaşê bû kargeh

Niha 150 kes li vê kargehê dixebitin û debara xwe dikin...

Girtîgeha li Gevaşê bû kargeh

Li Gewaşa Wanê di sala 1987an de girtîgeh hat çêkirin. heta 2016an wek girtîgehekê çalak bû. lê di berfenbara 2016an de hat girtin. li ser vê yekê karsazekî wanî piştî kar û barên fermî ev der wek kargehekê da xebatê. niha 150 xebatkarên vê kargehê hene.

Li Gewaşa navçeya Wanê, di sala 2016an de girtîgeh hat girtin.

Karsazekî Wanî ji dewletê daxwaz kir ku avahiya girtîgehê wek kargeh bide xebatê.

Ev daxwaza wî pêk hat û niha girtîgeh wek fabrekayekê dixebite.

Li vê derê nêzikî 150 kes dixebitin û bi vê xebata xwe debara xwe dikin.

Xebatkar li vir karê dirûnê dikin û cil û bergên leşkerî didrûn.

Hedefa karsaz ew e ku bi derfetên di dest de vê derê bike cihekî entegre û bi vî awayî 600 kes bikaribin lê vê derê bixebitin.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2019, 12:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE