Girtîgeha Nizîpê hat girtin

Girtîgeha li Nizîpa navçeya Gazîentabê hat girtin

Girtîgeha Nizîpê hat girtin

 Li Nîzipa navçeya Gazîentabê Saziya Girtîgeha Cezayê ya ku tîpa wê A/3 bû hat girtin. 

Qasî 40 girtî û mehkûmên li Girtîgehê Nizîpê diman sewqî Saziya Girtîgeha Înfaza Cezayê ya Gazîentabê kirin. Di dema sewqkirinê tedbîrên ewlehiyê hatin hildan. 

Girtîgeha Nizîpê di sala 1960an li taxê Kibrisê dest bi xizmetê kiribû. 

Ji hêla din xebatên ji bo çêkirina girtîgeha nû ya ku li ser rêya Nizîp û Karkamişê tên çêkirin dewam dike. 

Li gor agahiyan qismê girtîgehê yê vekirî wê piştî 2-3 hefteyên din û qismê girtî jî wê piştî demeke din dest bi xizmetê bike. 

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE