Gol û sûlavan ji ber hewaya sar cemed girtin

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê gol û sûlavên ji ber hewaya sar ku cemed girtine dîmenên pir xweş radixin pêş çavê mirovan.

Gol û sûlavan ji ber hewaya sar cemed girtin

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Gola Kazanê ya li Mûşê, Gola Arînê ya li Bitlîsê û Sûlava Mûradiyê ya li Wanê ku ji ber hewaya sar cemed girtine tevlî berfa çîl spî ya çar aliyên xwe va dîmenên gelekî xweş radixin pêş çavên mirovan.

Gola Arînê ya ber palê Çiyayê Sîpan a li Adîlcewaza navçeya Bitlîsê ku ji çiyayên herî mezin ên Türkiyeyê yek e, cî digire bi qeşagirtinê va xweşikiyeke nû radixe pêş çavan.

Gol ji deverên avî yên Türkiyeyê yek e û ji bo gelek çûkan jî mazûvaniyê dike niha, ji ber ku rûyê wê qeşagirtiye jî zarok bi xizangên xwe li serê dişemitin û têra dilê xwe dileyîzin.

 Ji ber şahiya zarokan a li ser gola qeşagirtî dîmenên rengîn ên dilê mirov xweş dikin derketin meydanê.

Ji şêniyên gund Nevruz Sayinê got ku rûyê Gola Arînê qasî 3 mehan qeşagirtî dimîne û wiha domand: "Em dixwazin ev der jî wek Gola Çildirê ya li Qersê ji bo turîzmê bê emilandin. Dema berf dibare zarok li ser golê topê dileyîzin. Ev der bi xweşiya xwe divê ji bo turîzmê jî bê nasandin. Em dixwazin bila mirov bên û vê derê jî bibînin"

Gola Qazanê siruşthezan diezimîne

Li Bulanika navçeya Mûşê jî ji ber ku germahiya hewayê daket bin sifirê rûyê Gola Qazanê ya cemed girt jî bû rawestgeha siruşthezan.

 Kesên tên ser gola seranserê wê cemed girtiye him kêf dikin û him jî têra dilê xwe li xweşiyên zivistanê yên der û dorê wan rû da ne mêze dikin.

Dîmenên gola hin ziyaretvan li rexê wê seyranê dikin ji hewayê hatin kişandin.

Merve Kocabaşa mamoste diyar kir ku di hemû demsalan da Gola Qazanê bi wayekê cuda dixemile.

Kocabaşê got ji bo gola cemidî bibînin û rojeke xweş derbas bikin hatin herêmê û wiha axivî: "Cara ewil e dibînim ku gol cemidî ye. Em havînan bi hevalan ra ji bo seyranê tên vê derê, zivistanê jî ji bo xweşikahiyan bibînin tên. Me dîmenên vê demê kişand."

 Şirşirnega çemidiye dişibe Pamuqeleyê

Li Wanê pişt berfê hewa sar bû û Şirşirnega Muradiyeyê cemidî, dîmenên wekî travertenên Pamuqeleyê derketin holê. Kesên dîmenan dibînin şaş û metel dimînin.

Şirşirnega ava wê ji 15 mêtreyan diherike jêrê û çem cemidîn, dîmenên bi cemed ji tebîethez û wênekêşan eleqeyê dibîne.

Şirşirnega di her demên salê da gelek turîstên xwecî û biyanî tên ziyaret dikin van rojan ji kesên dixwazin dema xwe baş derbas bikin ra malxweyîtiyê dike.

Gulşen Gunaya wênekêşa tebîetê got şirşirneg havînê bi ava xwe ya gur va zivistanê bi cemedê va merivan şaş û metel dihêle.

Gunayê got bi hevalan ra xwestin ku şahidiya vê xweşikahiyê bikin û wiha pê da çû: "Şirşirneg wekî şahiyeke dîtbarî ye. Cara din em hatin wê çaxê hinekî cemidîbû lêbelê niha bi tevahî cemidî ye. Dibê dîmen werin dîtin, em li benda her kesî ne ku vê derê bibînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE