Gola Akgolê hişk bû, çûkan koç kir

Li Vanê gola ku dişibe gola xwêyê bi temamî ziwa bû.

Gola Akgolê hişk bû, çûkan koç kir

Gola Akgolê ya li Qelqeliya Wanê bi temamî hişk bû. Gol wek bihuşta çûkan dihat zanîn, lê niha ji ber ku av tune ye çûk nemane û hemûyan koç kiriye.

Îsal ji ber barana kêm gola Akgolê ji holê rabû.

Gola li Qelqeliya Wanê Akgol li ser qadeke 407 hektarî cih digirt.

Ava golê jixwe kêm bû û ji ber hişkesaliyê ava heyî jî çû.

Pispor dibêjin ev yek dibe ku ne encam be, destpêk be.

Ziwahî êdî têketiye jiyana me û parçeyekî jiyana me ye. Ev yek ji bo hin deran rîskeke mezin e. ji bo deverên ku nikarin bigihîjin avê ev yek xirabiyeke mezin e.

Ji ber ku ava golê tev ziwa bûye wesayîd jî dikarin li ser golê bigerin.

Li dora golê gelek cûreyên çûkan hebûn, niha ji wan yek nemaye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE