Gola Akgolê ya ku havînê ziwa bûbû dîsa şên û hêşîn bû

Gola Akgolê ya ku havînê ziwa bûbû dîsa şên û hêşîn bû

Gola Akgolê ya li Ozalpa navçeya Wanê ku ji ber germ û hişkayiyê havîna sala par ziwa bûbû piştî ku berf heliya û baran barî dîsa mîna berê şên û hêşîn bû.

Gola ku 30 kîlomêtro dûrî navçeyê ye bi berfa ku dihele û baranê ava wê zêde dibe. Havîna borî ji ber germa zêde û hişkayiyê ava golê ziwa bûbû.

Li golê piştî ku berf heliya û baran barî gelek çûk û çivîk koçî herêmê kirin û gol dîsa mîna berê şên û hêşîn bû.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE