Gola Arînê ku "cineta çivîkan"a Bidlîsê ye ji ber hişkesaliyê piçûk dibe

Guherîna avûhewayê û demsalan tesîreke neyînî li Gola Arînê jî dike ku 14 kîlometrekare mezin e, li Bidlîsê ji ciyên girîng ên avî ye, ava wê bisoda ye û mazûvaniya bi hezaran çivîkên ji cinsên cuda dike.

Gola Arînê ku "cineta çivîkan"a Bidlîsê ye ji ber hişkesaliyê piçûk dibe

 Li Elcewaza navçeya Bidlîsê, Gola Arînê ya ku wekî "cineta çivîkan" tê binavkirin, van salên dawîn ji ber hişkesaliyê her ku diçe piçûktir dibe.

Kêmbûna rêjeya barîna berf û baranê ya li gorî salên çûyî û zêdebûna pileyên germê, tesîrê li wê yekê dike ku li herêmê asta ava çavkaniyan û ya bendav û golan dakeve.

Guherîna avûhewayê û demsalan tesîreke neyînî li Gola Arînê jî dike ku 14 kîlometrekare mezin e, li Bidlîsê ji ciyên girîng ên avî ye, ava wê bisoda ye û mazûvaniya bi hezaran çivîkên ji cinsên cuda dike.

Li qeraxên gola ku li pêşa Çiyayê Sîpan ê çiyayê herî bilind ê sêyemîn ê Tirkiyeyê ye, ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê, av bi qasî 2 kîlometreyan kêm bû.

- "Hindik maye gol ziha bibe"

Serokê Beşa Coxrafyayê ya Zanîngeha Sêrtê Doç. Dr. Adnan Alkan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Gola Arînê dikeve rojavayê bakurê Gola Wanê û 6 metre jî kûr e.

Alkan diyar kir, her çiqas goleke piçûk be jî, ji ciyên sereke yên avî yên welêt e û ji hêla cinsên çivîkan va jî dewlemend e û wiha dewam kir:

"Ciyê lihevzêdebûnê yê çivîkên li dorberê ne û her wiha di heman demê da jî rawestgeha wan çivîkan e ku koç dikin. Nesla hin çivîkên li vê derê di bin xetereyê da ye. Gelek cure çivîk ên wekî werdeka Macar, barçing û qubeqaz li vê vir hene. Ji bo jiyana çivîkan ciyekî avî yê girîng e, lêbelê hindik maye ziha bibe û ji holê rabe. Her wiha ava golê jî zehf kêm bûye. Sedema sereke ya vê yekê guherîna avûhewayê, hişkesalî û kêmbûna baranê ye."

- "2 kîlometre wê da çû"

Mixtarê gundê Arînê Halis Oruçlu jî diyar kir, ji ber kêmbûna ava golê ya van salên dawîn, ew bi fikar in.

Oruçlu got ku berê ava golê heta nêzîkî rê dihat û wiha dewam kir, "2-3 sal e av kêm dibe û wê da diçe. Li deverê ji bo çandiniyê di zeviyan da sondaj tên lêxistin û sedemeke kêmbûna ava golê jî ev yek e. Gol ziha dibe. Bi qasî 2 kîlometreyan wê da çû. Ev der parastî ye û gelek cinsên çivîkan hebûn. Ji ber kêmbûna avê, em bêriya xweşikiya wê ya berê dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE