Gola Balikê ya avkevira agiriyê him bi masiyên xwe him jî bi xwezaya xwe gelek balê dikşîne. Gola ku bilindtirîn gola Turkiyeyê ye, bi hatina biharê re ji bo geşt û gerê bûye cihekî taybet.
Gola Balikê ya Avkevira Agriyê, gola bilindtirîn a Turkiyeyê ye.
Ji xeynê vê, gola Balikê him bi masiyên xwe him ji bi xwezaya xwe ya taybet bala her kesî dikişînê.
Bi hatina biharê û germbûna hewayê re him xelkê herêmê, him jî wênekêş berê xwe didin golê.
Bi taybetî jî wênekêşên tên vir, ji bo kişandina dîmenên xweşik bi rojan li vir dimînin.