Gola Bendava Devegêçidiyê ya li Diyarbekirê ku ji bo mirovan cihê bêhndayînê, ji bo çandiniyê navenda avdanê û ji bo çûk, heywan û gelek rewilan jî navenda jiyanê ye ji ber guherîna avhewayê ber bi ziwabûnê va diçe û ev yek jî li ser hemû nebat û heywanên li ser, der û dora wê dijîn talûkeyeke mezin e.
Di sala 2010î da li ser Çemê Devegêçidiyê bendava ji 3 milyon metrekupî zêdetir av tê da kom dibe hat avakirin û niha ji ber avhewa, kêmbarîn û zêde hilm û gulmê her diçe ava wê kêmtir dibe.
Gola Bendava Devegêçidiyê ya li Diyarbekirê ku ji bo çûkên koçber cihê hêkkirin û qipketinê ye, masîgirî lê tê kirin, zevî pê tên avdan û ji bo kosiyên Feratê jî navenda jiyanê ye. Ji ber hişkayî û vekişîna avê bandora neyînî ya li ser heywan, nebat û rewilên li herêmê dijîn zêdetir e.
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) ya çû herêmê jî ji hewayê va dîmenên rewşa ava golê nîşan dide, welatiyên masiyan digirin û çûkên ji bo xwetêrkirinê hewl didin, kişand.
- Ji ber kêmbûna avê cure jî kêm bûn
Serokê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê ew 40 sal e ser curbecuriya biyolojîk û çûkên koçber kar û xebatan dike.
Kiliç destnîşan kir ku li der û dorê Gola Bendava Devegêçidiyê ji hêla curbecuriya biyolojîk û çûkên koçber va gelek dewlemend e û hişkayî, kêmavî û ziwabûn bi tesîr e û cureyên li herêmê kêm dibin.
AA