Gola Çıldırê wekî her sal, îsal jî qeşa girt. Piştî vê yekê hin kesan jî berê xwe da golê û bi wesaîtên xwe li ser golê drîft kirin.
Siwarî wesaîta xwe bû û qayişa ewlehiyê girê da. Pişt re berê xwe da ser golê.
Ne got qeşa wê bişke, Ne jî got ez ê bi wesaîtê noqî nav golê bibim. Bi deqiqeyan li ser golê drîft kir.
Ev der gola Çildirê ye. Gol her sal qeşa digre û îsal jî nêzî 20 santîm qeşa girt.
Piştî vê yekê hezkiriyên drîftê jî bi wesaîtên xwe berê xwe dan golê.