Gola Çıldırê bi "bûkaniya spî" dîmenekî bêhampa derxistiye holê

"Pêşberî we cemedeke bê ser û ber, xêliyeke spî û li serê kêfa xizanga hespan heye. Helbet atmosfereke wisa ye ku mirov jê têr nabe"

Gola Çıldırê bi "bûkaniya spî" dîmenekî bêhampa derxistiye holê

Gola Çıldırê ya ku bi tesîra sermayê rûyê wê bi temamî cemed girtiye ji ber berfa ku van rojên dawîn barî bû xwedî xweşikahiyeke cûda.

Gola Çıldırê û hawirdora wê ya ku di navbera Erdexan û Qersê da cî digire û 1950 mêtro ji asta behrê bilind e û xwedî 124 kîlomêtroqere erdê ye ji ber berfa ku van rojên dawîn barî bi xêliya spî xemilî.

Sitûrahiya cemeda li ser rûyê gola ku mirov ji temaşekirina wê têr nabe jî ji ber hewaya sar ku tesîra wê zêde bûye derket 25-30 santîmêtroyê.

Bi vî awayê kesên ku têne gola digel ku dikarin dîmenên bêhampa temaşe bikin di heman demê da dikarin bi xizangên hespan jî li ser cemedê bigerin, ji ber vê jî di serî da zivistan her demsal ziyaretvanên golê kêm nabin.

Hinek turîsên herêmî û biyanî yên ku tên Gola Çildira ku duyemîn gola herî mezin a herêmê li ser cemedê dimeşin û hin ji wan jî bi xizangên hespan li ser rûyê golê derdikevin geştê û kelecaniyeke cuda tehm dikin.

Masîgir zivistanê cemeda li ser rûyê golê dişkînin û bi rêbaza Eskîmoyan masî digirin û gol bi cemeda li ser rûyê xwe û berfa spî ya li hawirdor ku dişibe bûkaniyekê va dîmenên bêhampa derdixîne holê ku mirov ji temaşekirina wê têr nabe.

Qaymeqamê Çıldırê Alper Taş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Gola Çıldırê bi berfa dawîn va bû xwedî xweşikahiyeke cuda.

Taş got ku sembola gola ku bi xêliya spî nixumî jî xizangên hespan e û ev gotin: 

"Gola Çıldırê û hawirdora wê bi berfa ku van rojên dawîn barî va bû xwedî xweşikahiyeke cuda. Kesên têne vir digel ku van dîmenên golê dibînin zehfî caran li xizangên hespan siwar dibin. Kesên ku têne vir dixwazin ku cardin bêne vir. Lewra pêşberî we cemedeke bê ser û ber, xêliyeke spî û li serê kêfa xizanga hespan heye. Helbet atmosfereke wisa ye ku mirov jê têr nabe. Helbet atmosfereke wisa ye ku mirov jê têr nabe. Dema em kesên têne Gola Çıldırê guhdar dikin dibêjin ku atmosfereke wiha li cihekî din tune. Xizangên hespan ên ku sembola herêma me ne her sal bêtir mirovî dikêşin herêmê, em ji ber vê kêfxweş in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE