Li Gola Çildirê ya li ser sînorê Qers û Erdexanê ye çivîkên cur bi cur niha amadehiyê dikin ku payîzê ji vir koç bikin.
Gola Çildirê 45 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e ku her demsal balê dikşîne.
Zivistanê berf û qeşa li ser golê çêdibe û dîmenên xweş derdikevin holê, havînê jî heşînahiya der û dorê û hewaya hênik lê çêdibe ku turîst her demsal tên ziyareta vê derê.
Li golê çivîkên cur bi cur yên wek pelîkan, werdek û qazên biyanî dijîn û bi deng û dîmenên xwe va golê dixemilînin.
Çivîkên koçber bi cûcikên xwe va li esman difirin, der û dora golê zikê xwe têr dikin û ji bo koça payîzê amadehiyan dikin.
Kurtuluş Kiliçê li dora golê masivaniyê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand gol her demsal xweş e.
Kiliç got çivîk niha amadehiya koçkirinê dikin û û wiha dewam kir: "Gol bi çivîkan xemiliye. Hin cûcikên qeqlibaz, werdek û qirmerawiyan tên peravê zikê xwe têr dikin. Ev jî bala ziyaretvanan dikşîne."
AA