Gola Çildirê qeşa girt

Hin welatî derketin ser gola cemed girtiye û meşiyan û çay vexwarin.

Gola Çildirê qeşa girt

Ji ber hewaya sar Gola Çildirê ya di navbera Erdexan û Qersê da ye ji alî Erdexanê bere bere diqerise.

Germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da heta 24 pileyan daket û qismê rûyê golê yê di nav sînorê navçeya Çildirê da bi piranî cemed girt.

Hin welatî derketin ser gola cemed girtiye û meşiyan û çay vexwarin.

Ozturk Durdagiyê ji Çildirê hatibû daxuyanî da û got ku ew bi rojan e li benda vê yekê ne û wiha domand: "Em li benda vê yekê bûn. Êdî gola me cemed girt û em dikarin bi rihetî derkevin serê. Me jî îro çay çêkir û li serê kêf kir."

Turhan Kiliçê li gundê Akçakaleyê dikana wî ya masiyan heye got ku ew êdî dikarin bi rihetî derkevin ser cemedê û bangî turîstên xwemalî û biyanî kir ku bila werin Çildirê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE