Gola Çildirê:Turîst kêfa xweşikahiyên zivistanê derdixînin

Turîst li ser şînahiya asîman a ku li ser cemedê diteyise kon vedidin hember xweşikahiya tebiî çaya germ a ku di termosan da bi xwe ra anîne vedixwin û kêfa dîmenên xweşik derdixînin

Gola Çildirê:Turîst kêfa xweşikahiyên zivistanê derdixînin

Gola Çildirê ya ku piraniya rûyê wê cemed girtiye û bi rêbaza eskîmoyan masî lê tê girtin û geştên bi xizanga hespan tê kirin bi dîmenên zivistanê yên xweşik va ziyaretvanan dihêle heyranê xwe.

Ji ber ku bi şev germahiya hewayê heta 20 pile ket binê sifirê piraniya rûyê gola ku di navbera Kars û Ardahanê da xwedî 123 kîlomêtro cih e cemed girt.

Li tanga Çanaksuya li ser navçeya Arpaçayê ku lê sitûrahiya cemedê gihaştiye asteke diyar turîst derdikevin ser golê û wextê xwe baş derbas dikin.

Turîst vir digerin û hilatin û avabûna rojê ya bêhempa temaşe dikin û li qada ku li pişt wan çiyayê biberf hene bi dilê xwe kêf dikin.

Hember xweşikahiya tebiî çaya xwe vedixwin

Turîst li ser şînahiya asîman a ku li ser cemedê diteyise ji bo demeke kurt be jî kon vedan û hember xweşikahiya tebiî çaya germ a ku di termosan da bi xwe ra anîne vedixwin û kêfa dîmenên xweşik derdixînin.

Turîstên ku li ser Gola Çildirê ya ku piraniya rûyê wê cemed girtiye hilatin û avabûna rojê ya bêhempa temaşe dikin, bi rêbaza eskîmoyan masî digirin ji bo ku ziyareta xwe bi kêf bikin li ser cemedê dansa Qefqesê dilîzin.

Ji ziyaretvanan Gamze Aydemirê got ji bo ku xweşikahiyên tebiî yên herêmê bibîne ji Kocaeliyê hat.

Aydemirê got ku şînahiya nav xêliya spî da dîmenên xweşik derdixîne holê û got ku "Ev cara ewil e ku ez di demsala zivistanê da hatim Gola Çildirê. Ji gotinan xweşiktir e. Ez li gelek bajêran geriyam lê min xweşikahiyeke wiha nedît. Adrenalîna dema li ser cemedê dimeşin derdikeve holê nayê qisekirin, mirov wisa hîs dike ku li gêrestêrkeke din e."

Li ser cemedê kampa konê

Ji ziyaretvanan Taner Guneş jî behs kir firsenda wî çêbû ku hem havînê hem jî zivistanê li Gola Çildirê bigere.

Guneş got ku li ser golê ji bo demeke kurt kampa konê vedan û ev gotin:

"Hesteke nûwaze ye ku mirov li ser golê be, ez her sal hewl didim ku bêm û bibînim. Îro jî cemed nûwaze ye, gelekî zelal e û mirov dikare binê golê bibîne. Hefteyek berê niha Gola Çildirê cemed girtibû, ji ber kar û baran me nekarîbû em bên. Em îro hatin me wêneyên vê xweşikahiyê kişandin. Em kêfa tebîetê, kampê û gola cemedgirtî derdixînin."

Guneş diyar kir ku li dora golê hilatin û avabûna rojê temaşe kirin û bangî herkesê kir ku bên û xweşikahiyên herêmê bibînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE