Gola Masiyan a ji golên herî bilind ên Türkiyeyê yek e ji ber hewaya sar qeşa girt û bi vî halê xwe bala ziyaretvanan dikşîne.
Gola li Taşliçaya navçeya Agiriyê ya ku li sînorê Iğdır û Ağrıyê ye û li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dikeve ji ber hewaya sar cemed girt.
Bilindahiya cihê Gola Masiyan lê ye 2 hezar û 241 metreye û ji golên herî bilind ên Türkiyeyê yek e, rûyê wê yê qeşagirtî bi xwe ra dîmenên xweş derxist holê.
Hin welatiyên li derdorê û ziyaretvanên hatibûn li ser Gola Masiyan a qeşagirtî geriyan û wêne kişandin.
Ji gundên derdorê hin welatî bi armanca masîgirtinê cemeda rûyê golê şikênandin û tor avêtin û masî girtin.
Kemal Artanê mixtarê gundê Tanyoluya li keviya golê got ku gola qeşagirtî gelek xweş xuya dike û bangî kesên dixwazin ji vê xweşiyê bêpar nemînin kir ku bila bên û bibînin.AA