Gola Masiyan a li Hezoyê, wek goleke pîroz û bi şîfa tê zanîn, ew ê weke Gola Xelîl Rehmanê ya Rihayê bibe cihekî dîrokî û turîstîk. Waliyê Batmanê, pisporên erdnîgarî û arkeolojiyê ji bo lêkolînê çûn ber golê.
Li gorî baweriyê, masiyên vê golê pîroz in û nayên xwarin.
Ev gol li Erzana antîk a Batmanê ye. Navê wê Gola Masiyan e û dişibe Xelîlû Rehmana Rihayê.
Baweriya gelê herêmê bi vê golê heye ku ava wê şîfadar e û ji nexweşînan re derman e.
Waliyê Batmanê Hulusi Şahin û arkeologên Zanîngeha Artûkluya Mêrdînê ji bo lêkolînê çûn ber golê.
Welatî jî dixwazin ev der bi dîrok û ava xwe bibe cihekî turîstik.