Gola Nazikê qerisî

Masiyên nêzî rûyê avê jî qerisîn û telef bûn

Gola Nazikê qerisî

Li Herêmê sir û seqem îsal zêde ye. Li Xelata Bilîsê jî gola Nazikê qerisî. di golê de gelek masî jî bi cemedê ve zeliqîn û telef bûn. 

Ji ber sir û seqema zêde, serê gola Nazikê qeşa girt. 

Masiyên ku di nav cemedê de man, qerisîn û telef bûn. 

Ev der Gola Nazikê ya li Xelata Bilîsê ye. 

Bi şev hewa di bin sifirê de heya 20 pileyan daket û gol qerisî. 

Masiyên li nêzî rûyê avê jî di nav cemedê de man û bi ava golê re qerisîn. 

Stûriya cemeda li ser golê gihîşt 40 santîmetreyî. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE