Gola Vanê ji bo werzişvanên paraşûta berpalê dikin cihekî taybet e

"Ji bajarên cuda gelek pîlot tên li vir ku bifirin. Ji bo nasandina Vanê ev gelekî baş e. Em bendê ne ku kesên berpalan hez dikin bên Vanê ."

Gola Vanê ji bo werzişvanên paraşûta berpalê dikin cihekî taybet e

Gola Vanê ya gola herî mezin a Tirkiyeyê ya bi dîmenên xwe yên xweş û qeraxa xwe va balê dikşîne ji bo kesên paraşûta berpalê dikin bûye cihekî navdar.

Gola Vanê , Çiyayê Artosê, kendavikên Gorundu, Ayanis, Altinsaç û Înkoyuyê ji bo werzişvanên paraşûtê cihên balkêş in. Kesên tên van deran li hemberî dîmenên Girava Axtamarê, Çiyayê Sîpanê û Gola Vanê  kêfa paraşûtê dikin.

Şaxa Vanê ya Saziya Hewaya Tirkan çalakiyek li dar xist ku 35 werzişvan beşdarî vê çalakiyê bûn û esmanê Vanê bi paraşûtên xwe xemilandin.

 "Herêm ji bo paraşûtê pir xweş e"

Serokê Kluba Esmaniyê ya Sportîf Îlhan Gezgen ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew 18 sal e li berpalê paraşûtê sîwar dibe lê zêdetir li ber Gola Vanê kêfxweş e.

Gezgen wiha axivî: "Ji bajarên cuda gelek pîlot tên li vir ku bifirin. Ji bo nasandina Vanê ev gelekî baş e. Em bendê ne ku kesên berpalan hez dikin bên Wanê."

Midûrê Herêma 14emîn ê Meteorolojiyê Atakan Çelebiyê ku paraşûtê hez dike jî got erdnigariya herêmê ji bo paraşûta berpalê pir xweş e û wiha axivî: "Ji bo paraşûta berpalê cihên pir xweş hene. Bi taybetî termîk pir xurt in. Ji ber vê rewşê divê em baldar bin. Em dikarin ji esman Girava Axtamarê bibînin."

"Firîna li hemberî Girava Axtamarê pir xweş bû"

Betul Yakmaza bi awayekî pisporane karê paraşûtê dike jî wiha got: "Wek jinekî ji ber ku ez vê werzişê dikim, ez pir kêfxweş im. Bi taybetî firîna li hemberî Girava Axtamarê û Gola Vanê pir xweş bû. Em her kesî vedixwînin vê derê. Li esmanê Gola Vanê kirina vê werzîşê cudahiyek e."

Furkan Bariç jî got ew kêfxweş e ku bi mêtroyan bilindahiyê dîmenê golê dibîne û vê werzişê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE