Gola Wanê cara duyemîn xelata "alaya şîn" hilda

Cara duyemîn xelata "alaya şîn" dan Qeraxên Mollakasimê yên Gola Wanê ku dikeve nav sînorên navçeya Tuşbayê...

Gola Wanê cara duyemîn xelata "alaya şîn" hilda

Cara duyemîn xelata "alaya şîn" dan Qeraxên Mollakasimê yên Gola Wanê ku dikeve nav sînorên navçeya Tuşbayê. 

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Tuşbayê hat dayîn, Weqfa Hawirdor û Perwerdeyê ya Navneteweyî (FEE) par xelata "alaya şîn" dabû Qeraxên Mollakasimê yên Gola Wanê. 

Kordînatora Neteweyî ya Weqfa Hawirdor û Perwerdeyê ya Tirkiyeyê (TURÇEV) Gulşen Narîn di çarçoveya xelata ku her sal tê dayîn da hat Wanê û bi Alîkarê Kordînatorê Neteweyî yê TURÇEVê Mert Şanli û endezyar Muge Şanala ku di Midûriya Giştî ya Veberhênan û Dezgehan a Wezareta Çand û Turîzmê da dixebite va li gor 33 krîteran qerax nirxandin. 

Piştî nirxandinê biryar hat dayîn ku xelata "alaya şîn" bidin qeraxê.

Narîn û kesên pê ra Şaredarê Tuşbayê Salih Akman ziyaret kir û ala teslîmî Akman kir.

Akman diyar kir ku ew kêfxweş e ku cara duyemîn xelata Alaya Şîn didin Gola Wanê.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE