Gopalên rêzefîlma “Payîtext: Abdulhamîd”

Piştî rêzefîlmê elaqeya ji bo gopalên Adilcevazê zêde bû...

Gopalên rêzefîlma “Payîtext: Abdulhamîd”

Gopalên Adilcewsê ku ji xwe navdar bûn bi rêzefîlma “Payîtext Avdilhamîd” zêdetir hatin rojevê. Eleqeya ji bo van gopalan gelek zêde bû û niha ev gopal tên şandin welatên wek dubaî û qetarê.

Rêzefîlmên Tirkiyê her ku diçe li cihanê belav dibin.

Bi van rêzefîlman çand û hunera Tirkiyê jî zêdetir tê nasîn.

Yek ji wan çandan jî gopal in.

Piştî ku di rêzefîlma “Payîtext Avdilhamîd” de gopalên Adilcewsa Bedlîsê hatin bikaranîn, elaqeya ji bo wan jî zêde bû.

Ev gopalên navdar li Adilcewsê ji aliyê Hoste Cumali Birol tên çêkirin.

Hoste Cumali ji bo rêzefîlmê ji dareke kozê ya 500 salî gopalek çêkiribû û bi zûmrit û yaqûtan xemilandibû.

Cumali Birol dibêje niha li welatên wek Bahreyn, Qetar û Dubaîyê jî elaqeya ji gopalan zêde bûye û pasî Trtê kir.

Cumali Birol dibêje piştî rêzefîlmê karê wî zêde bûye û ji bo xebatê wê kesên din jî bigire cem xwe.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE