Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a li Ahlatê: xebatên arkeolojîk dewam dikin

Di Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a li Ahlatê da gelek gorên zarokan hatin tesbîtkirin

Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a li Ahlatê: xebatên arkeolojîk dewam dikin

 Li Xelata navçeya Bitlîsê li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan xebatên kolandinê dewam dikin û ji gorên hatin tesbîtkirin 19 jê yên zarokan e.

Bi destûr û piştevaniya darayî ya Wezareta Çand û Turîzmê va li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a ku Goristana Tirk-Îslamê ya herî mezin a dinyayê ye û 210 donim qadî digire xebatên arkeolojîk dewam dikin.

Goristana Meydanê ya Selçûqiyan li Xelata navçeya Bidlîsê ye û di lîsteya berwext a Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye.

Hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê û Serokê Kolandina Bajarê Xelata Berê û Goristana Meydanê ya Selçûqiyan Dr. Mehmet Kulaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku restorekirina gor û kêlikan a dabûn destpêkirin didome û wiha dewam kir: "Di xebatên me yên îsal da 21 gor hatin tespîtkirin û ji wan 19 gor yên zarokan e. Ji bo wan jî xebatên me dewam dikin. Li goristanê ji bilî vê derê cihekî ku wiha gorên zarokan li rû hev bin nehatiye tesbîtkirin. Em niha li serê dixebitin ku li vê derê çima gorên komî yên zarokan zêde ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE