Goştê kibaba caxê ya Erdaxanê ji Zozanê Bilbilan tê

Welatiyê bi navê Kadîm Yilmaz bi goştê heywanên ji Zozana Bilbilan diçêrin va kibaba caxê çêdike

Goştê kibaba caxê ya Erdaxanê ji Zozanê Bilbilan tê

Li Erdexanê welatiyê bi navê Kadîm Yilmaz bi goştê heywanên ji Zozana Bilbilan diçêrin va kibaba caxê çêdike.

Zozanê Bilbilan a ku di navbera Erdexan û Artvînê daye 37 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e. 

Kadîm Yilmaz çend rojên hefteyê diçe vê zozanê pez û berxan dikire û wan serjê dike ku bike kibaba caxê.

Yilmaz heywanan serjê dike, goşt rojekî dihêle ku bila tahma wê baştir be û paşê kibaba caxê çêdike û dide mişteriyên xwe.

Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî rêwîtiyeke dirêj û evqas zehmetiyê dema ew kibabê dide mişteriyên xwe kêfxweş dibe.

 "Ji ber ku mişteriyên me ji me memnun dimînin, em jî Bilbilanê tercih dikin"

Yilmaz got li zozanê gelek nebatên curbecur hene ku heywan van çêreyan dixwin û ji ber vê tehma goştê wan xweş e û wiha dewam kir: "Ji bo me tahm û lezet girîng e. Em vê tehmê ji Bilbilan bi dest dixin. Lewra xwezaya vê heta roja me jî xirab nebûye. Goştê pez û berxên li vê derê diçêrin him nerm e û him jî bitehm e. Ji ber ku mişteriyên me ji me memnun dimînin, em jî Bilbilanê tercih dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE