Li Mûşê goştê qazan sifreyên xwaringehan dixemilîne.
Mûş ji yek wan bajaran e ku li Tirkiyeyê qaz zêde tên xwedîkirin.
Qazên ji zivistanê pê va tên xwedîkirin tên serjêkirin û li xwaringehan tên firotin.
Mazhar Yolcuyê xwedî xwaringehekê ye got di salên dawîn da li Mûşê qaz zêde tên xwedîkirin.
Yolcu wiha got: "Mûş wê bibe navnîşana xwarina goştê qazan. Me dest bi vê çandê kir. Niha em li xwaringeha xwe goştê qazan çêdikin û ew gelek tê firotin. Lewra him bi tahm e û him jî hostayên me xwedî tecrube ne. Li bajêr cara ewil e ku me goştê qazan ê cemidî çêkir."
Aşpêj Mahmut Nergiz jî wiha axivî: "Zihakirina goştê qazan a cemidî 3 rojan dikşîne. Em 8 saetan di nav xoyê da di bin sifirê 4 pileyan da dihêlin. Paşê em paqij dikin, hûr dikin û di qazanan da 3 saetan dikelînin. Em xoyê û filfilê lê direşînin dixin taseke kur û dixin firinê 2 saetan dipêjin. Dema bi têra xwe sor û nerm dibe em ji firinê derdixin û ji bo xwarinê serwîs dikin."
Gokhan Parildarê goştê qazan xwar jî got xwarin pir bi taxm e û divê ev xwarin zêdetir bê nasîn û belav bibe.