Gotara Erdoğan a ji bo new york timesê

Erdoğan: Ji bo li Sûriyê aştî pêk bê planeke me heye

Gotara Erdoğan a ji bo new york timesê

Serok Recep Tayyip Erdoğan, ji bo rojnameya new york timesê gotarek nivisand. Serok erdoğan derbarê biryara trump de got: “biryareke di cih de ye.” Serok erdoğan ragihand ku dema emerîka ji sûriyê vedikişe, divê plana vê yekê bi hevkarên xwe yên rast re bike. Erdoğan di gotara xwe de behsa têkoşîna li dijî terorê û behsa pêşeroja sûriyê jî kir.

Serok Recep Tayyip Erdoğan ji bo rojnameya New York Timesê gotarek nivisand.

Serok Erdoğan di gotara xwe de biryara vekişîna ji Sûriyê ya Trump jî nirxand û got: “Trump bi vê biryara xwe gaveke rast avêt.”

"Ji bo berjewendiyên civaka navdewletî û gelê sûriyê bên parastin, divê emerîka planên xwe yên vekîşînê bi baldarî bike û bi hevkarên rast re vî karî bimeşîne. Tirkiye ku di nato’yê de hêza herî mezin a duyem e ji bo vê wezîfeyê yekane welat e ku xwedî hêz û daxwazê ye."

Serok Erdoğan got bi kurdên li Sûriyê re tu pirsgirêk tune û bal kişand ku YPG’ê zarok kirine çekdar.

"Em dizanin ku ji ber şertên şer gelek ciwan neçar mane û tev li refên pyd/ypg’ê bûne. Ku tirkiye jî emerîka jî wê wekî rêxistina terorî qebûl kiriye. Li gorî rêxistina şopandina mafên mirovan, ypg’ê zarok kirine çekdar û bi vî awayî hikûqa navdewletî bin pê kirine. Piştî emerîka ji sûriyê derkeve em ê lêkolînên berfireh bikin û zarokan dîsa bidin malbatên wan."

Erdoğan têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DEAŞ’ê jî nirxand û got em ê li dijî terorê her tim têbikoşin.

"Bi harekata ku me kir, me rê li ber gihiştina rêxistina terorî ya ber bi sînorê nato’yê ve girt. Ji bo li tirkiye û ewropayê çalakî neyên kirin me zirareke mezin da wan. Serfirazî wê tu carî ne yê terorîstan be. Tirkiye him ji bo ewlehiya xwe him ji bo xweşiya civaka navdewletî hemû gavên hewce avêtin û dê biavêje."

Erdoğan derbarê kesên ku di siberojê de wê Sûriyê bi re ve bibin jî nivisî.

"Meseleyeke me ya din jî pêkanîna temsîlkirina hemû aliyên siyasî ye. Di bin çavdêriya tirkiyê de, li xaqa sûriyê li cihên ku niha rêxistinên terorî deaş û pkk/ypg hene dê hilbijartin bên kirin û ew der bi meclisên herêmî bên birêvebirin. Kesên ku têkiliya wan bi rêxistinên terorî re tune be dê karibin li wir civata xwe temsîl bikin."

Serok Recep Tayyip Erdoğan ji bo pêkanîna yekpareyiya xaqa Sûriyê bal kişand ku Tirkiye barê giran daye pişta xwe.

"Di vê pêvajoyê de tirkiye dixwaze hemû gavên xwe bi welatên dost û hevalbend re biavêje. Em di nav pêvajoya cenew û astanayê de ne. Em li cihekî wisa ne ku di heman demê de, dikarin him bi emerîkayê re him jî bi rûsyayê re bixebitin. Em ê meseleya li sûriyê li ser van hevkariyan xwe çareseçareser bikin."

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE