Gotinên dawîn ên Cemal Kaşikçi derketin holê

CNNê ji bo vê nûçeya xwe kesekî rayedar ê der barê lêpirsîna kuştina Kaşikçi da agahî dane wî û qeyda deng a Kaşikçi guhdar kiriye nîşan da.

Gotinên dawîn ên Cemal Kaşikçi derketin holê

Li gor nûçeya televizyona Amerîkayê CNNê gotinên dawîn ên rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi yên beriya ku bê kuştin ''Ez nikarim nefesê hildim" bû .

CNNê ji bo vê nûçeya xwe kesekî rayedar ê der barê lêpirsîna kuştina Kaşikçi da agahî dane wî û qeyda deng a Kaşikçi guhdar kiriye nîşan da.

"Kuştina Kaşikçi ji berê va hat plankirin"

Kesê çavkaniyê nûçeyê ye got kuştina Kaşikçi ne kuştineke ecemî ye, ew ji berê va hatiye plankirin û Kaşikçi li hemberî kesên ku dixwazin wî bikujin têkoşîn daye.

Di nûçeyê da hat gotin di qeydên deng da cesedê Kaşikçi bi birekê va hatiye perçekirin, ji kesên ku bedena wî perçe kirine ra hatiye pêşniyazkirin ku ew muzîkê guhdar bikin.

Hat gotin di qeyda deng da tê dîtin ku yên Kaşikçi kuştine paşê li ser telefonê bi hin kesan ra axivîne û agahî dane wan.

Piştî ku di 2yê Cotmehê da Cemal Kaşikçi li Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatibû kuştin, Mihemed Bîn Selmanê Mîrzeyê Welîaht ê Erebistana Siûdî hatibû sûcdarkirin. Teşkîlata Îstixbarata Navend a Amerîkayê (CIA) daxuyandibû Selman fermana kuştina Kaşikçi daye.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE