Bihayê grama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û niha di asta 287,9 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra zêdebûna bihayê dolar û onsê, grama zêr jî zêde bûbû û di nava rojê da jî ji sedî 1 zêde bû û roj bi 285,5 lireyî temam kiribû.
Zêr îro bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 11.00an pê va ji sedî 0,7 zêde bû û niha bi 287,9 lireyî tê firotin.
Li Bazara Mezin zêrê çaryek bi 473 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.932 lireyî tê firotin.
Bihayê onsa zêr jî sedî 0,4 zêde bû û niha di bazarên Asyayê da bi 1.533,3 dolarî tê firotin
Seren kemali