Greva ‘Em Zarokên Xwe Dixwazin’

Hejmara malbatên li ber avahiya HDP'ê her ku diçe zêde dibe...

Greva ‘Em Zarokên Xwe Dixwazin’

Li Diyarbekirê nobeta dayikên dilşewat a li ber Serokatiya HDP'ê berdewam dike. Piştgiriya ji bo dayikan jî her ku diçe meziniır dibe. Ji bo dayikan ji derveyî welêt qefle bi qefle desteyên piştgiriyê tên. Dayik jî dibêjin; "Êdî bes e, zarokên me bidin me".

Dayikên ku dibêjin; zarokên me bi rêya HDP'ê derketine çiyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Serokatiya avahiya HDP'ê didomînin.

Malbat HDP'ê weke berpirsê wendabûna zarokên xwe dibînin.

Di roja 45em a çalakiyê de bavek jî ji Agiriyê hat û beşdarî çalakîyê bû.

Yasîn Kaya ji bo keça xwe Çiğdem Kayaya ku di 2015an de hatiye xapandin hat ber avahiya HDP'ê û daxwaza keça xwe kir.

Ji gelek bajarên Tirkiyeyê û ji derveyî welêt jî gelek kes ji bo piştgiriya dayikan tên ber avahiya HDPê û dixwazin dayik bigihêjin zarokên xwe.

Dilê malbatan bi hesreta zarokan dişewite û dê û bav dixwazin roj beriya rojekê bigihêjin zarokên xwe yên ku hatine xapandin û revandin.

Dayikên dilşewat ji herkesî daxwaza alîkarî û piştgirîyê dikin û dibêjin heta em negihêjin zarokên xwe em ê greva xwe bernedin.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2019, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE