Li Motkiya Bilîsê 8 keçên ku li gîtarê didin, ji bo bala hevalên xwe bikişînin ser muzîkê, li gundan digerin û konseran didin. muzîk û hunera keçan, ji xwendekar û gundiyan eleqeyeke mezin dibîne.Ji bo bala xwendekaran bikişînîn ser muzîkê, gund bi gund digerin û konseran didin.
Li Motkiya Bilîsê, 8 keçên ku li dibistana navîn a İkizlerê dixwînin bi gitar û mûzîka xwe balê dikişinin.
Zarokên ku di 3 nehan de hînî gîtarê bûn, niha li gundên derdorê digerin û konseran didin.
Keçikên hunermend vê carê bi mamosteyên xwe re hatin gundê Goztepeyê û li vir jî konsereke biçûk dan.
Zarokên gund eleqeyeke mezin nîşanî konsera xwendekarên keç dan.