Guherîna Başkaleyê

Li navçeyê seyrangeh û hewz tên çêkirin.

Guherîna Başkaleyê

Bi xebatên qayûman reng û rûyê herêmê diguhere. Li Elbaqa Wanê park û seyrangeh hatin çêkirin. Her wiha li navçeyê hîmê hewza olîmpîk jî hat danîn.

Li herêmê şaredariyên ku bi destê qayûman tên îdarekirin bi şev û roj dixebitin. Navçeya Elbaqa Wanê piştî aramî û ewlehiyê ji nû va hat avakirin.

Kûçe û kolanên Elbakê bi destê qayûman hatin paqijkirin û navçeya şêrîn geş bû. Li taxa navenda Tepebaşiyê li ser 40 hezar donimî qada seyranê, baxçeyê fêkiyan û kafeyeke nûjen hat çêkirin.

Piştî xebatên taybet û girîng rewşa bajêr xweş bû, zarok û malbat li wir kêf dikin û wexteke xweş derbas dikin. Bi daxwaza zarokan şaredariyê bi 4 milyon lîreyî hîmê hewza olîmpîk danî.

Qeymeqam û Cigîrêşaredarê Elbaqê Abduselam Öztürk, li şantiyeya hewzê lêkolîn kir û got; ez bawer dikim ku wê li Elbaqê şampiyonên dinyayê derkevin.

Ozturk “Şaredariya Elbaqê beriya me li navçeyê tu xizmet nekiribûn. Me ji serî dest bi karê şaredariyê kir. Bi heman pereyî di sal û nîvekê de me bi qasî 10 salan xizmet kir. Cara ewil rê hatin asfaltkirin, me ji bo zarokan gelek park û qada seyranê çêkir. Êdî bajar xweş bû, gelê me heta nîvê şevê bi aram digere.”

Bi xizmet û porejeyên taybet rûyê bajêr guherî û Elbaq şên bû. Şaredarî xwedî li esnafan derket û 22 dikanên nû çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 23 îlon 2018, 13:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE