Guherîna Başkaleyê

Piştî tayînkirina qeyûm navçe ji nû ve hat avakirin.

Guherîna Başkaleyê

Bi wezîfedarkirina qeyûman bajarên herêmê roj bi roj xweş û geş dibin. Bi destê qeyûm cara ewil cadeyên elbaqê hatin asfaltkirin. Bi xebatên şaredariyê reng û rûyê Elbaqê guherî. Li navçeyê qada bajêr û parka panaromîk ketin xizmeta gel.

Li herêmê ji aliyekî li dijî rêxistina terorî operasyon berdewam dikin ji aliyê din şaredariyên ku bi destê qeyûman tên îdarekirin bi şev û roj dixebitin.

Navçeya Elnaqa Wanê piştî aramî û ewlehiyê ji nû va hat avakirin.

Navçeya Elbakê di dîroka xwe ya şaredariyê de asfalt nedîtibû. Pişti qeyûm kûçe û kolan cara ewil hatin asfaltkirin.

cadeyên Elbaqê piştî 92 salan asfalt hat rijandin. Qeymeqam Abdulselam Öztürk got gel bawer nedikir ku asfalt bê kirin:

“Dema me ji gel re digot em ê kûçeyan asfalt bikin millet bawer nedikir. Lewra heta niha asfalt nehatibû kirin. Bi budçeya şaredariyê di nava salekê de 27 kilometre asfalt hat rijandin. Niha xebatin binesaziyê jî berdewam in. Li navçeya dîrokî guherineke mezin pêk hat. Êdî mirov dikare bi rehetî bijî.”

Bi xizmet û porejeyên taybet rûyê bajêr guherî û Elbaq şên bû.

Şaredariya Elbaqê qadeke 3 donimî paqij kir û kire meydana bajêr û parka panaromîk.

Alîkarê Şaredar Ekrem Dere got wan bi projeya ‘Meydana Bajêr û Parka Panaromîk’ pêdiviyeke girîng a navçeyê bi cih anîne.

Li meydanê ji xeynê mînyatur û resimên xweşikahiyên siruştê yên navçeyê, bankên rûniştinê hatin danîn û hewz hat çêkirin.

Gelê navçeyê dema xwe ku li qada nû derbas dike û ji xizmetên şaredariyê jî gelekî memnûn in.

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 15:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE