Gul: "Îqlima ku veberhênan şîn û şên dike dewleta hiqûqê ye"

Gul: "Îqlima ku veberhênan şîn û şên dike dewleta hiqûqê ye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Îqlima ku veberhênan şîn û şên dike dewleta hiqûqê ye"

Gul di Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê da axivî.

Wezîrê Edaletê Gul diyar kir tenê di dewleteke hiqûqê ya adil û şefaf da domdariya pêşketina aboriyê, mezinbûn, refah û îstiqrarê mimkûn e û got îqlima ku veberhênan şîn û şên dike dewleta hiqûqê ye.

Gul destnîşan kir jiyana taybet, razên ticarî û daneyên şexsî yên her kesî li gor rêgezên gerdûnî bêyî kêmasî bi awayekî xurt dibin parastina hiqûqî da ne û wiha axivî: "Li gorî me dewleta hiqûqê bi demokratîkbûn, mafên mirovan, azadiya lêpirsîna heq, azadiya fikrî, diyariya hiqûqî, heqê milkiyetê û darizandina adil şênber dibe. Bingeha sereke ya aboriyeke baş û saxlem ev heq û rêgez in."

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir daraz ji tu kesî, sazî û merciyê telîmatê hilnade û wiha got: "Wezareta Edaletê jî di nav da tu kes nikare li ser navê saziya darazê û mehkemeyan biaxive. Îdeolojiya tekane ya darazê edalet e. Daraz ne mijarek e ku bê bidestxistin, divê li ser hemû mulahazayên siyasî bê girtin, bê parastin lewra nirxê hevpar yê civakê ye."

Gul destnîşan kir heta niha ji 289 dozên derbeyê 279 doz di darizandina asta ewil da encam derketine û 4 hezar û 154 bersûc cezayê heq kirine hildane.

Wezîrê Edaletê Gul got ku ji 15ê Tîrmehê heya niha hejmara dadger û dozgerên komarê yên hatine îxrackirin 3 hezar û 947 e.

Gul ragihand ji 2002yan vir va ji ber ku li gor standardan nebûn 355 saziyên înfaza cezayê hatine girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE