Saziya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê belgeya tescîla îşareta coxrafî da "gula reş" a li dinyayê bi tenê li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê hêşîn dibe.
Di daxuyaniya Şaredariya Xelfetiyê da hat diyarkirin ku ji bo tescîlkirina gula reş a reng û bêhna xwe ya taybet ji axa lê hêşîn dibe hildide bi hewlên Şeref Albayrakê Şaredar va di 18ê îlona 2019an da serîlêdan kirin.
Ji pelgên gula reş a ji bo fîlm û rêzefîlman bibû mijar sabûn, qolonya û amûrên din tên çêkirin. Piştî lêkolîna hat kirin Saziya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê ji bo gula reş belgeya tescîla îşareta coxrafî da.
Di daxuyaniyê da cî dan fikra Albayrakê Şaredar û Albayrak destnîşankirin ku li hemû nirxên navçeyê xweyî derdikevin, hewl didin ku Xelfetiyê li Tirkiyeyê têxin navendeke balkêş û girîng.
Albayrak diyar kir ku gula reş ji bo navçeyê gelekî girîng e û wiha pê da çû: "Gula me ya reş bala ziyaretvanên tên navçeyê dikişîne. Reng û bêhna xwe ya taybet ji axa lê hêşîn dibe hildide. Ji gula reş, reçel, loqim, parfum, qolonya, çîkolate, sabûn û krem tê çêkirin."
Albayrak ji kesên keda wan tevlî pêvajoya tescîlê bûn ra sipas kir.
AA