Gula reş: sembola Halfetiyê

Piştî Gula Reş niha jî Gula Kesk tê çandin

Gula reş: sembola Halfetiyê

Gavê yek bêje Halfetiya Şanliurfayê him dîrok, him jî gula reş tê bîra mirov. Hema bêjin gula reş bûye sembola navçeyê. Niha jî di serayan de bi gula reş re gula kesk tê çandin.

Ev der bi dîroka xwe ya kevnare, bi reng û ava xwe ya xwezayî Halfetiyê ye...

Û gava behsa Halfetiyê tê kirin jî dîroka navçeyê û Gula Reş tê bîra mirov.

Gula Reş li navçeyê bi awayekî xwezayî çêdibe û li serayan jî tê çandin. Gula reş hema bêjin bûye sembola navçeyê.

Piştî Gula Reş niha jî Gula Kesk tê çandin. Şaredariya navçeyê dixwaze Gula Kesk jî bibe semboleke navçeyê.

Welatî dibêjin Gula Reş tenê li Halfetiyê şîn dibe, gava yek wan bibe devereke din rengê wan sor dibe.

Halfetî di sala 2013'an de ketibû lîsteya bajarên dîrokî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE