Gulan e lê hêj li erdê berf heye

Ekîbên Îdareya Taybet ji bo vekirina riyan bi şev û roj dixebitin

Gulan e lê hêj li erdê berf heye

Li Mûşê li erdê hêj berf heye. Ji ber vê yekê wesaît nikarin bi rehetî herin û werin. Ekîbên îdareya taybet ji bo vekirina riyan dixebitin.

Em di meha Gulanê de ne. Li gelek deveran gul û kulîlkan vedaye. Lê li hin deveran hêj berf li erdê ye û ev yek jî dibe sedema tengasiyan.

Li Mûşê li devera Çiyayê Kurtîkê bi qasî 5 metreyan berf heye. Ji ber vê yekê di çûnûhatinê de tengasî derdikeve.

Bilindiya Çiyayê Kurtikê, 2 hezar û 8 sed û 50 metre ye û riyên 9 gund û 22 mezreyan ji vir derbas dibin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li herêmê ji bo vekirina riyan bi şev û roj dixebitin.

Ekîban di nav 5 mehan de bi tevahî 22 hezar kîlometre rê vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE