Gule barandin ser rojnamegeran

Ji Qamişloyê êrîşî rojnamegerên li Nusaybinê kirin...

Gule barandin ser rojnamegeran

Rêxistina terorî pkk/ypg çavên xwe sor kirine û êrîşî her kesî dike. Vê carê jî di hedefa rêxistina terorî de rojnamegerên li ser sînor hebûn. Terorîstan li pey hev gule barandin ser rojnamegerên li nisêbîna mêrdînê. 2 nûçegihan birîndar bûn.

Terorîstên ku bi Operasyona Kaniya Aştiyê tirsiyan, berê çekên xwe dan rojnamegeran.

Gule berdan ser rojnamegerên ku li ser sînor dixebitin.

Terorîstan ji Qamişloyê gule berdan Nisêbîna Mêrdînê.

Rojnameger, ji bo ku kamera aliyê sînor bibînin li ser banê otêlê bûn.

Segvanên rêxistina terorî ji qamişloyê berê çekê xwe dan wan.

Di êrîşa ewil de camên otêlê şikestin. 2 nûçegihanên Ajansa Anadolê birîndar bûn.

Nûçegihanê Ajansa Anadoluyê Ahmet Kaplan:

“Em li ser banê otêlê bûn. Me tu tişt fehm nekir. Di destpêkê de li ser hev 2 gule berdan. Me ewilî fehm nekir. Di ya duyem de jî teqînek çêbû û cama li aliyê çepê şikest, perçeyên wê bi ser min de hatin. ji ber camên şikestî ez bi sivikî birîndar bûm.”

Ewilî bi êrîşa terorîstan heyîrî man. Lê hema dîsa rahiştin kamerayan û hewl dan ku dîmenên êrîşê bigirin.

Di wê demê de segvanên li aliyê Qamişlo dîsa gule berdan.

Ya baş ew bû ku tu kes bi giranî birîndar nebû..

Piştî êrîşî nûçegihan derbasî cihekî ewle bûn.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun li ser medyaya civakî êrîş şermezar kir.

Altun got; “Rêxistina terorî PKK/PYD-YPG bi êrîşa li dijî rojnamegerên ku operasyonê dişopînin, hewl dide rastiyan veşêre.”

Altun li rojnamegerên birîndar geriya, rewşa wan pirsî.

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE