Ji gumanbarên ku bi îdiaya seba Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban dixebitin û ji ber sûcê "sîxuriya eskerî, siyasî û navneteweyî" 10 roj berê hatibûn girtin, yekî jê xwe kuşt.
Li gor agahiya ku hat hildan, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da du gumanbar bi îdiaya ku seba Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban dixebitin, hatin binçavkirin û di 19ê nîsanê da hatin girtin. Ji gumanbaran yekî di Girtîgeha Sîlîvriyê da xwe darda kir.
AA