Şaredariya Îpekyoluya Wanê ji bo zarokên gundan tirek bi rê kir… di vê tirê de koroyeke mûzîkê heye û li taxa ku lê radiweste, şahiyekê li dar dixe. werin em li wê çalakiya rengîn binêrin.
Ewilî koroya zarokan a muzîkê stranên xwe gotin…
Pişt re hemû zarok tevlî şahiyê bûn,,, bi klamên herêmî govend gerandin.
Şaredariya Îpekyoluyê ji bo ku tu zarok ji çalakiyên rengîn bêpar nemîne, projeyek li dar xist.
Di bernameyê de zarokan têra dilê xwe govend gerand,,, kêf kir.
Zarokên gundan ji ser kanala me spasiya rayedarên şaredariyê kirin.