Gund bi gund li pey tovên bav û kalan ketine

Di çarçoveya projeyê da li enstîtuyê depoya parastinê hat avakirin û ev toximên ku di depoyan da tên parastin, wê 10 sal şûnda cardin li cotkaran were belakirin.

Gund bi gund li pey tovên bav û kalan ketine

 Li Eskîşehirê bi destê Enstîtuya Lêkolînên Çandiniyê ya Nifşa Berwext projeyek ket rewacê û di çarçoveya projeyê da armanc lêgerîn û dîtina toximên dewra bav û kalan e û seba vê li tax û gundan lêkolîn tê kirin.

Wezareta Çandinî û Daristanê û Ajansa Pêşketinê ya Bursa Eskîşehir û Bîlecikê (BEBKA) piştgiriyê dide projeya bi navê "Berhevkirin, Karakterîzasyona Cureyên Herêmî û Di Cih Da Parastina Wan û Zêdekirina Qîmeta Wan" û qonaxa sepanê ya projeyê di meha hezîranê da dest pê kir.

Di projeyê da armanc ew e ku genimê berê yê ku êdî çandiniya wê nayên kirin, tovên dexl û den û zerzewetan werin berhevkirin û li enstîtuyê werin zêdekirin. Ji bo vî karî ekîbeke ku ji 14 kesan pêk tê hat avakirin û ev ekîb li Bursa, Eskîşehir û Bîlecikê gund bi gund digerin û toximê berê berhev dikin.

Di çarçoveya projeyê da li enstîtuyê depoya parastinê hat avakirin û ev toximên ku di depoyan da tên parastin, wê 10 sal şûnda cardin li cotkaran were belakirin.

Rêvebirê projeyê û Serokê Yekeya Dexl û Denê Îqlima Hênik ê enstîtuyê Dr. Savaş Belen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di nav hevparên wan da midûriyên bajên ên çandinî û daristanan yên Bursa, Eskîşehir û Bîlecikê û şaredariya navçeya Mîhaliçikê ya Eskîşehirê jî cih digire.

Belen diyar kir ku budçeya projeyê milyonek û 80 hezar lire ye, ew ji bo ku toximên dewra bav û kalan bibînin, li gundan digerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE