Gundî bi hev re qenalên avê paqij dikin

Her sal van çaxan digihêjin hev û qenalên xitimî paqij dikin

Gundî bi hev re qenalên avê paqij dikin

li gundên Tatvan û Hakkariyê cotkar ji bo zeviyên xwe av bidin, her sal qenalên avê yên xitimî bi xwe paqij dikin. gundî îsal jî li hev civiyan. di dema xebata wan de kêf û şahî jî kêm nabe.

Ev der gundê Kaportê yê girêdayî Yüksekovayê ye.

Şeniyên gund ev 70 sal in bi vî awayî, bi keda destan qenala 4 kîlometre paqij dikin.

Gundiyên Kaportê di nava 5-6 rojan de paqijiya qenalê temam dikin.

Lê ji ber ku karekî zehmet e, ji dewletê alîkariyê dixwazin.

Li qeraxa gola Wanê, li gundê Sorpê jî heman xebat heye.

Bi saya vî karî cotkarên li gund namînin jî tên. Him xizm û nas hevûdu dibînin him jî barê hev sivik dikin.

Di dema xebatê de kilamên dengbêjan jî kêm nabin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE