Gundê Şêxana Qilêbana Şirnexê, him bi dîroka xwe ya qedîm him jî bi xweza û sirûşta xwe gelekî bi nav û deng e. gundê ku beriya hezar û 226 salan hatiye avakirin cara ewil deriyên xwe ji turîstên xwemalî û xwezageran re vekirin.
Li aliyekî dîrokeke qedîm, li aliyê din jî sirûşteke bêhmeta
Gundê Şêxana Qilêbanê him bi dirok him jî bi xwezaya balê dikişîne.
Gundê ku beriya hezar û 226 salan hatiye avakirin, cara ewil deriyên xwe ji turîst û xwezageran re vekirin.
Turîstên xwemalî û xwezagerên ku hatin gund, him bi dilê xwe geriyan him jî li seyrangehên gund kêf û şahî danîn.
Gundê dîrokî, heta dawiya payîzê wê ji bo geşt û gera turîstan vekirî bimîne.