Gundê ku bi xêra jinan bû navenda turîzmê

Gundê bi xêra jinan bû navenda turîzmê ji bo rêberên gerê bû navendeke nû

Gundê ku bi xêra jinan bû navenda turîzmê

Li Karsê 3 jinên ku milên xwe kirin milên hev ji bo nasandina gundê xwe yê Koşapinarê hewl dan û bi xêra wan niha gund bala turîstên xwemalî û biyanî dikşîne ser xwe.

Ji şêniyên gundê Koşapinara ser navçeya Selîmê Mîhrîban Çelîk, Sevgî Kiliç û Ayşe Beyisê piştî Ekspresa Rojhilatê dîtin ku eleqeya li ser herêmê zêde dibe û li ser vê milê xwe kirin milê hev ji aliyekî va bo jiyana rojane ya li gunand bidin nasîn û ji aliyekî jî eleqeya li ser gundê xwe zêde bikin û bi kêrî aboriya herêmê bên "Projeya Cotkariyê" kirin rewacê.

Di çarçoveya projeyê da hersê jinan maleke li gund a ku ji dar û keviran hatibû çêkirin paqij kirin, pê ra eleqedar bûn û restore kirin û paşê jî amûrên cot û cotkaran ên 150-200 salî danîn bexçeyê malê.

Hersê jinên wek karsazan xebitîn ji aliyekî va reng û rûçikê gund guhertin û ji aliyekî va jî bala turîstan kişandin ser gund û bi kêrî aboriya herêmê hatin.

Bi saya xebatên jinan rêberên gerê yên ku turîstên xwemalî û biyanî derdixin gerê teqez dibin gundê Koşapinarê.

"Wekî jinên gund em li ser piyên xwe disekinin"

Sevgî Kiliça ji jinên proje çêkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xaniyên kevirîn par dest bi xebatê kirin, turîstên xwecî û biyanî li gundê xwe dikin mêvan.

Kiliçê got tehmên herêmî bi turîstan didin xwarin û wiha axivî: "Kesên tên vê derê bi berfê dilîzin, li hespan siyar dibin û digerin, di nav tebîetê da bîna xwe didin. Em jî tevkariyê didin aboriya malbatên xwe, li ser piyên xwe disekinin. Em xurekên tebiî yên bi xwe çêdikin didin ziyaretvanan. Em bangî her kesî dikin ku werin gundê me."

Çigdem Dugera rêbera turîstan got turîstên tên gund dema xwe bi xweşî derbas dikin.

Dugerê got şeveqê zû radibin ji pûnikê hêkan kom dikin û wiha pê da çû: "Me çêlek dotin, şîr keland û bi hingiv va vexwar. Me taştê xwe ya tebiî kir. Bi mêvanan ra li hespan siyar bûn û me cirît temaşe kir. Me êvarê jî bi jinên gund ra xwarin amade kir. Di hemû odeyan da şomîne hene, konfor baş e. Ev dera herêma jiyana ekolojîk e. Ez ji 3 jinên veberhêner ên proje amade kirin ra sipas dikim."

 "Şomîneyên li malên kevirîn westa me ya salekî hildidin"

Sertaç Ayazê li malên kevirîn bi malbata xwe ra betlaneyê dike jî got kesên dixwazin ji Kovîd-19ê dûr betlanê bikin bira werin gund.

Ayaz got rêya herî baş a reva ji qerebalixiya bajêr hatina gundan e û wiha axivî: "

"Xaniyên kevirîn gelekî baş hatine dizaynkirin û otantîk in. Têra konfor û rihetiya malbatekê dike. Li bajaran em hesretê dikişînin lê li vê derê zarokan tînin ba heywanan.  Ji bo ku zarok ji heywanan hez bikin ev tiştekê baş e. Hesp,qaz, werdeg, mirîşk, kûçik, çi bêjin li vê derê hene. Em vê derê pêşniyazî hemû malbatan dikin. Pirsgirêka germbûnê li vê derê tune. Şomîneyên li malên kevirîn westa merivan ya salekî hildidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE