Gundî leglegên ku ji gundê wan koç nakin baş xwedî dikin

Li Ağrıyê legleg û çivîkên koçber her sal tên gundê Bardakliyê ya li ser navçeya Bazîdê.

Gundî leglegên ku ji gundê wan koç nakin baş xwedî dikin

 Li Bazîda navçeya Agiriyê gundî bi salane leglegên ku li ser dîregeke ceyranê hêlîna xwe çêkirine miqate dibin.

Legleg û çivîkên koçber her sal tên gundê Bardakliyê ya li ser navçeya Bazîdê.

Raqima gund 5137 mêtro ye û nêzîkî Çiyayê Agiriyê ye. Ji ber vê gelek çivîk û legleg tên hêlînên xwe li vir çêdikin û koç nakin.

Leglegên hêlînên xwe li ser dîregên ceyranê çêdikin di nav rojê da diçin zikê xwe têr dikin û vedigerin hêlînên xwe. 

Payîzê legleg diçin nav qamîşan û zivistana xwe li vir derbas dikin.

Gundî leglegan baş xwedî dikin, wêneyên wan dikşînin.

Mixtarê gund Ahmet Şah Kurt daxuyand ew 53 salî ye, ji zarokatiya wî heta niha legleg tên gundê wan.

Kurt anî ziman ku legleg gundê wan şên dikin û wiha axivî: "Li nêzîkî gundê me qamîş hene, li wir gelek cure çivîk disekinin. Dema hewa germ bû legleg tên hêlînên xwe yên nav gund, zivistanê jî vedigerin nav qamîşan. Em bi baldarî wan xwedî dikin, kes zirarê nade wan. Dema însan ji wir derbas dibin, li vir disekinin û wêneyên wan dikşînin. Hêlîna leglegan li ber Çiyayê Agiriyê ye ku ev jî gelek xweştir e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE