Li çar aliyên herêmê, li dijî vîrûsa koronayê xebat dewam dikin. Ekîbên qeymeqamtiya Beytüşebaba Şırnakê jî, diçin gundan û yek bi yek wan derman dikin.
Li dijî şewba Kovîd-19ê li her deverî xebat tên kirin.
Li Beytüşebaba Şırnakê jî, xebatkarên qeymeqamtiyê, ji bo vîrûs belav nebe, lig undan xebatên dezenfeksiyonê dikin.
Wan bi kincên xwe yên taybet, gundên Beytüşebabê yek bi yek derman kirin.
Gundî ji van xizmetan razî ne.