Li Vanê ji bo gundparêzan perwerdeya aşîtê hat dayîn. Piştî bernameya ku 5 rojan dewam kir bi 200 gundparêzan re li qadê tetbîqat hat kirin.
Gundparêzên li Vanê di warê afata aşîtê de hatin perwerdekirin.
Ji Miks, Şax, Elbak û Bêgirê 200 gundparêz beşdarî bernameyê bûn û divî warî de ders û talîm dîtin.
Piştî bernameya 5 rojan, bi beşdariya gundparêzan li taxa Geliyê Qurbaşê tetbîqat hat kirin.
Di serî de Waliyê Vanê Mehmet Emin Bilmez û Fermandarê Cendirmeya Bajêr Yüksel Yiğit, gelek rayedar, rêvebirên sivîl û leşkerî jî li tetbîqatê temaşe kirin.